Destpêk.Kurtejîyan.Musik.Wêne.Video.Nivîs.Dengbêjî.Têkelî.

HA-Web © 2002

www.hozanaydin.com

Hozan Aydin

H O Z A N  A Y D I N

Hozan Aydin di sala 1962 an de li Kurdistanê, li herêma Serhed aku çavkanîya dengbêj û stranane; li gundê Xindeqa ji dayîk bûye. Aydin di zarokatîya xwede, bi awaza kal û bavê xwe û bi awazê dengbêjên Serhedê, xwe di bin bandora stranande dibîne û stranan dibêje. Di 1975-76 an de dibistan a ewilî, li gundê Şemê xilas dike, bêguman di wê dibistanêdejî Aydin bi stranbêjîyê liber çave. Di 1977 an de li Istanbul ê, xwe di nava çalekiya 1 ê Gulanêde dibîne; ew roj ku ji alî dewletêve 36 kes têne qetilkirin, li jîyan a Aydin bandorekî mezin çêdike. Di sal a 1980 an, dema cunta 12 Îlonê di “Muş Lisesi” sinif a 2. de, dev ji xwendine berdide. 12 Îlonê jî  di jîyana Aydin de xweyî bandoreke mezine. Aydin li Mûş ê jî di her şevên çandîde, di şahîyande derdikeve ser dikê û dengê wî her diçe belav dibe, ewçax fêrî Tembûr ê dibe. Di 1982 an de, Aydin bi dilketîya xwere dizewice. 1984-86, Eskerîye dikê û li wêderêjî bi zimanê Tirkî stranbêjtîyê dike. Di heman demêde bi 15 ê Tebaxê dihese; ku pêngava 15 Tebaxê di diroka Kurdistanê de û di tekoşîna rizgarîya netewa Kurdistanê de bêguman wek ruhekî nû di jîyana Aydin de jî xweyî bandoreke mezine. Di 1987 an de li Istanbul ê, li alîkî derdikeve ser dikê, li alîkî fêrî “nota“ yê dibe û pêrejî albumeke mûzîkê çe dike lê ji ber hinek bêşansîyan albûm belav nabe. Di 1990 î de li Tekman ê,  ...>>>

Esmer navê te şirîne

Heskirin a te birîne

Bê te jîyanam girîne

Bese xeyalêm werîne

Esmer ka wer Esmer

 

Dîsgotin

 

Esmer çavê te reşe

qere qemer

Bijangên tîr ênîya kever

Pêl bi pêl,porê xwe

berde ser

Esmer mîna heyva

şevder

Li tarîya min vebe wer

Esmer ka wer  Esmer

 

Esmer rûkenoka gewher

Dunya minî tu seranser

Têna lêvên glover

Biminde wek ava kewser

Esmer ka wer Esmer

 

Dîsgotin

 

Esmer canê Delalê

Rengalê dêm bi xalê

Heyrana bejn û bale

Revoka li dûr;Xezalê

Esmer ka wer Esmer

 

Dîsgotin

 

 

 

Gotin û Muzik:

Hozan Aydin

E S M E R
KURTEJÎYAN a  AYDIN